Meclîsa Ciwanan a HDP'ê kongreya xwe ya 3'emîn li Amedê civand

Meclîsa Ciwanan a hDP'ê 3'emîn Kongrya Asayî bi dirûşma 'Niha dema ciwantiyê ye' li Amedê civand.

Kongre li saloneke li navçeya Peyasê ya Amedê pêk hat. Ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn, Kocaelî û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwan tevlî bûn.

Ciwan serê sibehê li ber salonê li hev civiyan, lê ji aliyê polîsan ve hatin kontrolkirin. Ciwanan demekê dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana ciwanan" qîriyan û govend gerandin.

Tevî pêkhateyên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, ji Ciwanên Azadîparêz, Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger, Dev-Guç, Ciwanên Demokrat ên Nû, Partiya Komunîst a Lubnanê, KOZ; Piştevaniya Bogazîçiyê, Federasyona Ciwanan a Ermen gelek ciwan tevlî bûn.

Pankartên bi nivîsa "Niha dema ciwantiyê ye", her wiha pankartên bi Kurdî û Tirkî yên bi nivîsa "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin", "Em ê biguherînin, tavilê îstifa", "Ji bo zanîngehên xweser û azad dem dema ciwantiyê ye", "Bijî têkoşîna yekbûyî ya ciwanan" û "Li dijî polîtîkayên zayendîperest ên li akademiyê bikevin nava liv û tevgerê" hatin daliqandin. Kongre bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" dest pê kir.

JI GELEK WELATAN PEYAMÊN PIŞTEVANIYÊ HATIN DAYIN

Ji gelek deverên cîhanê peyamên piştevaniyê ji kongreyê re hatin şandin. Rêxistina Ciwanên Şengalê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Şengalê gotin, "Ev kongre bersiva herî mezin e li dijî polîtîkayên li hemberî ciwanan."

Ciwanên Galîçyayê jî diyar kirin ku paşeroja demokratîk a neteweyan bi rêxistin û yekîtiya ciwanan dibe û gotin, "Jİ ber vê yekê ji Galîza Nova heta Meclîsa Ciwanan a HDP'ê em dixwazin silaveke enternasyonalîst bidin û li dijî êrişên li ser gelê we piştevaniya xwe nîşan bidin. Em ji bo mafê jiyana azad a miletên cîhanê hemûyan têdikoşin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Ciwanên Syrîza yên partiya çep a radîkal a li Yewnanistanê û Ciwanên Tifaqa Pêşverû jî silav dan kongreyê. Di peyamê de hate gotin, "Em bi endamên we re ne ku li dijî zext û zordariyê, ji bo azadiya rasteqîn têdikoşin. Bi van hestan em hêvîdarin ku hûn ê kongreyeke dînamîk û berhemdar pêk bînin."

Di peyama Ciwanên Partiya Sosyalîst a Misrê de jî hate gotin, "Ji paytexta Misrê em silav, hezkirinên xwe ji dil ji ciwanên HDP'ê re dişînin. Di biryardariya we ya ji bo parastina destketiyên gelên Tirkiyeyê û demokrasiyê de, di berxwedana li ser rêya azadî û pêşketinê de û di têkoşîna dijî faşîzmê de em serketinê ji we re dixwazin û bi we re ne."