'Me xwest modeleke nû ya çareseriyê pêşkêş bikin'

Endamê Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê û Serokê partiyê yê Helebê Mihemed Hecî işaret bi pêwîstiya sîstemeke nû ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê kir û got, partiya wan jî bi vê armancê ava bûye.

Endamê Meclîsa Hizbî Sûriye Musteqbel (Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê) û Serokê wê yê Helebê Mihemed Hecî, li ser armanca avabûna partiyê û karên wê ji ANF'ê re axivî.

 

 

Hecî bi bîr xist ku berê li Sûriyeyê rejîm, partiyên wê û hin partiyên ku xwe weke mûxalefetê bi nav dikirin hebûn, lê belê di nava 7 salên dawî yên şer de eşkere bû ku ji aliyê mejî ve di navbera wan de ti cudahî nîne.

Mihemed Hecî diyar kir, 7 salên şer rê li ber valahiyeke siyasî vekir û got, "Ev valahî diviyabû bihata dagirtin. Em weke hin rewşenbîr li hev civiyan û me got ku ji bo dagirtina vê valahiyê divê hin tişt bên kirin. Ji bo tiştekî nû bêjin, ji bo lêgerîneke nû ya siyasî biafirînin me biryar dan ku Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê ava bikin."

PARTÎ LI SER PIRSA 'EM SÛRIYEYEKE ÇAWA DIXWAZIN?' AVA BÛ

Hecî işaret bi keda mezin a beriya avakirina partiyê kir û wiha dewam kir: "Di nava partiyê de ne tenê rewşenbîrên Ereb hene, Kurd hene, Ermenî hene, Suryanî hene, Tirkmen hene. Mirovên ji her pêkhateya Sûriyeyê hene. Ji ber ku krîza Sûriyeyê ne tenê ya Kurd an jî Ereban e, krîz meseleya hemû gelên Sûriyeyê ye. Şerê ku 7 sal in dewam dike zerar da her kesî û êdî xitimî ye. Di pêvajoya damezrandina partiyê de pirsa ku herî zêde me giranî da ser pirsa 'Em Sûriyeyeke çawa dixwazin?' bû."

Hecî destnîşan kir ku ji bo bersiva vê pirsê jî nêrîna 'Sûriyeyeke demokratîk, wekhev, azad û ne navendî' derkete pêş û got, "Ji xwe kongreya me jî bi vê şiyarê hate kirin. Wekî din me xwest ku ev partî nıe tenê li Bakurê Sûriyeyê ya jî çend wîlayetên Sûriyeyê be. Ji ber vê yekê jî kesên ji hemû wîlayetên Sûriyeyê tevlî bûn. Ji Tartûsê, Helebê, Îdlibê û ji hemû wîlayetên din delege û mêvan tevlî bûn."

Mihemed Hecî da xuyakirin ku ji bo çareseriya krıza li Sûriyeyê wan yekîtiya gelên Sûriyeyê ji xwe re esas girtin û bi vê armancê xwestin ji her herêmê mirov tevlî rêxistinbûna wan bibin.

JI BO ME YA GIRÎNG GEL E

Endamê Meclîsa Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hecî bi bîr xist ku piştî avabûna partiya wan, hin hêzên herêmî yekser êrîşî wan kirin û got, "Ji ber ku pê hesiyan ku xaliya li binê lingê wan tê kişandin. Bêyî ku bernameya me ya siyasî, rêziknameya me, karên me bibînin, yekser êrîş kirin. Lê belê em hem bi kesayetên welatparêz ên serbixwe, hem jî bi hêzên herêmî û navneteweyî re bi rengekî zelal têkiliyê datînin. Armanca me ya bingehîn ew e ku Sûriyeyê ji krîzê rizgar bikin û bingehê ji welatekî azad, hevgirtî û demokratîk re deynin. Ji bo me ya girîng gel e."

EM AMADE NE BI HEMÛ PARTÎ Û HÊZÊN SIYASÎ RE RÛNÊN

Hecî bi bîr xist ku krîza Sûriyeyê êdî ne tenê li Sûriyeyê ye û got, "Me, hin kesayetên serbixwe û hêzên siyasî hewl didan vê rastiyê vebêjin. Me ji hêzên ku bi navê 'mûxalefetê' tevdigeriyan û rejîmê re jî ev digotin. Lê belê her carê ji me re digotin 'terorîst' ya jî hevkarên rejîmê. Krîz roj bi roj giran bû û hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmî ketin nava axa Sûriyeyê. Gelên Sûriyeyê ev nedixwestin, qebûl nedikirin. Me ev valahiya siyasî dît û ji bo ev hêz ji Sûriyeyê derkevin û gelên Sûriyeyê biryarê li ser paşeroja xwe bidin, me partiya xwe ava kirin. Pêwîstiya me bi sîstemeke nû, bi sîstemeke nû ya edaletê heye. Ji bo vê jî em amade ne bi hemû partî û hêzên siyasî yên li Sûriyeyê re hevdîtinê bikin. Em amade ne ji wan re qala bernameya xwe bikin û li bernameya wan guhdarî bikin. Eger em li dora bernameyeke hevpar li hev necivin, zehmet e ku ev krîz ji holê bê rakirin."

KRÎZA SÛRIYEYÊ BI DANÛSTANDINÊN SIYASÎ, DÎPLOMATÎK Û DIYALOGÊ ÇARESER DIBE

Hecî işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk kir û got, "Efrîn di berdêla çi de dan dewleta Tirk? Di berdêla Xota de. Berê jî di berdêla Helebê de Cerablûs û Bab firotin. Gelo krîza Sûriyeyê bi vî rengî, bi firotinê wê çareser bibe? Ev yek encameke tevlîbûn û destwerdana hêzên navnetewyeî û herêmî bûye. Em ti carî vê bazariyê weke çareseriyê nabînin. Em van kiryaran exlaqî jî nabînin û qebûl nakin. Gelo armanca dewleta Tirk tenê Efrîn e? Nexêr. Ew dixwazin ji Helebê heta sînorê Iraqê hemû herêmê kontrol bikin.

Em pê bawer in ku krîza Sûriyeyê bi hevdîtinên dîplomatîk û siyasî, bi diyalogê dikare çareser bibe. Hêzeke me ya çekdarî nîn. Li şûna çekê em çareseriya siyasî danîn ber xwe. Rejîm jî, yên bi navê 'mûxalefetê tevdigerin' jî ji wan hebû ku dikarin bi çekê pirsgirêkê çareser bikin. Lê çi bû? Karîbûn çareser bikin? Na. Tenê hilweşandin, talan, mirin û mexdûriyeteke ku bi dehan salan nikare çareser bibe li pey xwe hiştin. Di dawiya dawî de wê dîsa li çareseriya siyasî vegerin."