'Me dagirkeriya teknîkî jî li Kurdistanê pûç kiriye'

Bi mehan e li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk dewam dike. Gerîla Xwînda Kobanê û Amed Efrîn diyar kirin ku êriş û teknîka dewleta Tirk a dagirker hatine pûçkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo peydakirina teknîka ku di êrişên dijî Kurdistanê de bi kar tîne, çavkaniyên xwe hemû seferber kiriye. Berxwedana hêzên gerîla ya salên dawî teknîka dewleta Tirk hemû pûç kiriye. Her gava ku gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî van êrişên bênavber diavêje, vê yekê nîşan dide. Ji gerîlayên ku tevlî Pêngava Cenga Xabûrê bûn Xwînda Kobanê û Amed Efrîn qala berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker kirin.

'TEKNÎKA KU PIŞTA XWE PÊ GERM DIKIN, LI HEMBERÎ GERÎLA BI KÊR NAYÊ'

Gerîla Xwînda Kobanê: "Êrişên ku bihara sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin destpêkirin, bi teknîka dijwar pêk hat. Lê ev jî rastiyeke ku her êrişeke dewleta Tirk tengasiyên wê yên hundirîn diyar dike û bi van êrişan hewl dide xwe rizgar bike. Ev yek di dijwariya teknîka ku bi kar tîne berçave. Baweriya dewleta Tirk bi leşkerên xwe di şerê bejahî de nîne. Baweriya wan bi teknîka serdemê tê. Ev yek asta têkoşîna me diyar dike û cesareta ku me ji bîrdoziya Rêber APO girtî raber dike.

Min bi xwe di nav vê berxwedana li dijî dagirkeriyê de cih girt û kêlî bi kêlî li hemberî êrişên dagirkeriyê me çeper girtin. Ez ê qala yek ji bûyerên ku me jiyan kir û bi serketî me êrişên dagirkeran vala derxist bikim. Em tîmeke gerîla li ser erkê xwe bûn û me xebatên çalakiyan dikir. Wê demê balafirên keşfê yên dewleta Tirk dîmenê me digre û yekser helîkopterên Atak êrişî me kirin û gule li tevahiya herêmê barandin. Piştî ku helîkopter encam ne girtin balafirên şer ketin dewrê û 4 caran li ser me êriş pêk anîn. Bêguman her cara êriş pêk dihat, me bi rêbazên xwe yên nûjen êrişên wan berteref kir û êriş li pey êrişê vala derxist. Di heman demê de ji baregehên sînorî bênavber topbarana obus û hawanan li ser me pêk hat. Ango tevî hemû êrişên ku wê şevê pêk hatin em bi awayekî serketî derketin û gihîştin hevalan.

Di wê şevê de her cûre teknîk li ser me bikar anîn. Weke ku hêza artêşê giştî wê şevê li ser me hat bikar anîn. Lê rê û rêbazên ku me ji tevgera xwe girtî û bi hêza afirîneriya gerîla me teknîka wan têk bir û em gihiştin hevalan. Baweriya artêşa Tirk a dagirker jî bi teknîka wan şikest.

Ji zarokatiyê û heya niha em rêbazên qirêj ên dagirkeran dinasin. Ji ber wê ne îro û ne jî sibe çi cûre teknîk me natirsîne û tedbîrên me her diçe zêdetir dibe. Di bin vê teknîkê de em çûne nêzî wan û me lêdane. Bi dehan çalakiyên serketî ku teknîka wan pûç kir hatin li darxistin. Ji ber wê ev teknîka ku pişta xwe pê germ dikin li dijî gerîla bêencame.

'HÊZA GERÎLA JI HER CÛRE TEKNÎKÊ XURTIR E'

Amed Efrîn: Bi destpêkirina biharê re dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyon da despêkirin. Li hember tevgera dagirkeriyê biryargeha me pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê dan destpêkirin. Ez jî cihê xwe di çeperên Cenga Xabûrê de digrim. Di şevekê de em tîmekî bi tevger a gerîla li ser erkê xwe bûn û piştî demekê dijmin dîmenê me digre. Li ser hev gelek êriş pêk hatin. Helîkopterên Atak, balafirê şer û bi obus û hawanan êrişeke berfereh pêk hat. Lê me bi perspektîfên Rêber APO û bi rêbaza jinûve avakirinê xwe jê parast. Her êrişek pêk hat me bi rêbazeke nû û nûjen vala derxistin. Teknîka serdemê çiqas xurt be, afirîneriya gerîla hîn bi hêztire. 

Bêguman yê ku vê cesaretê dide me bîrdoziya Rêber APO ye. Di wir de fîzîk zêde ne girînge, em bi aqilane tevgeriyan û bi baweriya ku em dikarin êrişan vala derxin me şerekî pskolojîk û şerê vînê li wir meşand. Ango rê û rêbazên me yên nûjen hemû teknîka serdemê vala derxist û serketina me bi dest xist.