'Me careke din dît ku artêşa Iraqê nikare Êzidiyan biparêze'

Dayê Şemê û Nayîf Şengalî yên ji xelkê Şengalê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava dan û destnîşan kir ku wan careke din dîtine, artêşa Iraqê nikare civaka Êzidî biparêze.

Dewleta Tirk pêr bi şev bi balafirên şer bombe li Mexmûr, Şengal û Rojava barand. Di encama bombardûmanê de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Hêzên Xweparastinê 2 kes şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn. Li Şengalê 3 sivîl şehîd bûn. Li Rojava 4 şervan şehîd bûn, 5 karker birîndar bûn.

Ji Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê û Mamosteyê Kurdî Nayîf Şengalî nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan û diyar kirin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî ji êrişan berpirsyar e.

Dayê Şemê di destpêka axaftina xwe de kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir ku armanc ji van êrişên dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e.

Dayê Şemê anî ziman ku ev êriş di encama polîtîkayên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, PDK û KazimÎ de hatiye kirin û bi bîr xist ku çend roj beriya bombardûmanê PDK û Kazimî di heman demê de bi dewleta Tirk re civiyan.

Dayê Şemê ala Iraqê ya ku di êrişê de parçe bûye nîşan da û ev bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir, "Çima xwedî li Iraqê dernakevin? Çima destûrê didin van êrişên Erdogan? Kazimî beriya niha bi demekê serdana sînorê Şengalê kir. Piştî vê serdanê, di encama komploya Kazimî de fermandarê me Seîd Hesen şehîd bû. Em dibînin bê ala Iraqê bi êrişan çawa parçe dibe, Kazimî çima xwedî li rûmeta Iraqê dernakeve? Madem Kazimî Serokwezîrê Iraqê ye çima li hemberî êrişên li ser xaka xwe bêdeng dimîne?"

YBŞ/YJŞ'Ê LI IRAQÊ ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê TÊK BIRIN

Dayê Şemê destnîşan kir ku bi saya şervanên YBŞ'ê xaka Iraqê ji çeteyên DAÎŞ'ê hatiye parastin û got, "YBŞ û YJŞ hêzeke çekdar a rewa ya Iraqê ne. YBŞ û YJŞ'ê Iraq ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Hêza ku DAÎŞ li Iraqê têk bir hêzên YBŞ/YJŞ û YPG n e. Bila kes xwe nexapîne.

Erdogan bi destê çeteyên DAÎŞ'ê êriş bir ser zindana li Hesekê, lê belê ji ber ku bi ser neket vê carê bi balafirên şer bombe li xaka me barand. Di êrişa li Hesekê de hevkariya DYE'yê eşkere ye. Ji ber ku DYE dikarîbû li pêşiya van êrişan bibûya asteng, lê nebû. Di plana wan de Şengal jî hebû. Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê ji bo pêşîvekirina li çeteyên DAÎŞ'ê bû. Erdogan li Hesekê jî li Efrîn û Serêkaniyê jî bi ser neket. Di heman demê de êrişên li ser Şengalê jî wê bi ser nekevin.

Hikumeta Iraqê çima qada hewayî li dewleta Tirk vedike? Gelo parastina welêt tenê ji bejahî ve tê kirin? Serokwezîrê welatê ku destûrê dide qada hewayî ji aliyê welatekî din ve bê bikaranîn, hingî wê ji dagirkirina xaka Iraqê re jî dengê xwe neke, lê temaşe bike. Eger Kazimî wê li hemberî van êrişan bêdeng bimîne, bila ji xwe re nebêje ku Serokwezîrê Iraqê ye. Serokwezîrtiyeke bi vî rengî bêwate ye."

'YBŞ Û YJŞ HÊZÊN ME YÊN PARASTINÊ NE'

Dayê Şemê di dawiya axaftina xwe de berxwedana Mexmûr û Rojava silav kir û got, "YBŞ û YJŞ hêzên me yên parastinê ne. Heta ku Şengalî hebin, heta ku YBŞ û YJŞ a ku ji zarokên me pêk tên hebin, em ê ti devera ku me xwîna xwe li dijî çeteyên DAÎŞ'ê lê rijandine radestî kesî nekin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û ti carî nehêlin ku dijmin bi ser bikeve. Em ê rê nedin DAÎŞ'ê, rê nedin yên ku dixwazin mîna DAÎŞ'ê fermanan li me rakin. Jin û ciwanên Şengalî êdî dikarin xwe biparêzin, wê destûrê nedin ku rûmeta civaka Êzidî bê binpêkirin. Ji vê derê berxwedana xelkê Mexmûrê û Rojava silav dikim û pîroz dikim."

'ÊRIŞ LI DIJÎ SERWERIYA IRAQÊ YE'

Mamosteyê Kurdî Nayîf Şengalî jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya Iraqê ya li hemberî êrişan da û got, "Êrişên dawî nîşan didin ku hikumeta Iraqê ji aliyê siyasî ve bandora xwe nîne. Ji ber ku cihê em lê ne herêmeke ser bi dewleta Iraqê ve ye. Nikare bê gotin ku bi van êrişan re hedef tenê Şengal e. Ev êriş di heman demê de li dijî serweriya Iraqê ye. Bûyerên ku diqewimin careke din nîşan didin ku hikumeta Iraqê nikare civaka Êzidî biparêze. Sala 2014'an di dema fermanê de çawa ku hikumeta Iraqê û hêzên PDK'ê em di nava lepên çeteyên DAÎŞ'ê de hiştin, îro jî heman tiştî dikin.

Bang li civaka Êzidî hemûyan dikim; li dijî van êrişan helwesteke hevpar nîşan bidin. Bi rêya van êrişan dixwazin tola têkçûna DAÎŞ'ê hilînin. Ji ber vê yekê divê civaka Êzidî baldar be û zanibe ku ji bilî me kes me naparêze. Lewma divê em piştgiriyê bidin hêzên xwe yên asayîşê."