MARDEF: Elîf Kisa divê tavilê bê berdan

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) xwest, rêveberiya HDP'ê ya Elbistanê Elîf Kisa ku ji 3'ê Kanûna 2019'an ve girtî ye tavilê bê berdan.

MARDEF'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Rêvebera HDP'ê ya Elbistanê Elîf Kisa û Bekîr Kaya 40 roj in bi rengekî neheq û bêhiqûqî girtî ne."

MARDEF'ê bi bîr xist ku zarokên astengdar ên Elîf Kisa hene û destnîşan kir ku kurê wê Ahmet Kisa tevî ku di axaftinê de astengdar e li dijî 'girtina zalimane ya dayika xwe' bi rojane bi biryardarî li ber xwe dide.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku heta Elîf Kisa bê berdan wê bi xurtî xwedî li berxwedana kurê wê Ahmet Kisa derkevin û ji bo vê jî bang hate kirin.