Mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dîsa li qadan mafê xwe xwestin

Îro dîsa mamosteyên gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan û daxwaza mafên xwe kirin, her wiha xwestin ku mamosteyên hatinî girtin serbest werin berdan.

Li seranserê Îranê li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan ku demek dirêje ji ber bê edaletî û binpêkirinên mafên wan ji aliyê rejîma Îranê li qadan in; ji ber ku heya niha daxwazên wan tên paşguhkirin îro dîsa li qadan bûn û daxwazên xwe anîn ziman.

Mamosteyên bajarên wek Sine, Kirmaşan, Lorêstan, Merîwan, Tehran, Şîraz, Êsfehan, Bukan û gelek bajar û navçeyên din ku daketibûn qadan, di çalakiyên xwe de hevalên xwe yên ji aliyê Îranê we hatinî girtin jî jibîr nekirin û dirûşmeya “Ji mamosteyên girtî re azadî” berzkirin.

Di hemû axaftinên ku di çalakiyên hatinî lidarxistin de hatin kirin, mamosteyan nerazîbûna xwe ya li hemberî binpêkirinên mafên xwendin û perwerdeya zarokan, mafên mamosteyan, mûçe, bê edaletî û ne wekheviya mûçeya mamosteyên xanenişîn û girtina mamosteyan a ji aliyê rejîma Îranê nîşan dan û diyarkirin ku ewê heya bi destxistina mafên xwe wê tim li qadan û di nava çalakiyan de bin.