Mamosteyên Rojhilat û Îranê: Bila hiqûqa me wekhev bibe!

Li ser banga Însiyatîfa Pêkhateyên Esnaf yên Karmend ên Îranê, li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan xwepêşandan kir û daxwaza wekhevkirina hiqûqa mamoste û karmendan kirin.

Îro di çarçoveya bangewaziya Însiyatîfa Pêkhateyên Esnaf yên Karmend ên Îranê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê mamosteyan li hemberî ne pêkanîna projeya wekhevkirina hiqûqa mamoste û giştî karmendan di nav xwepêşandanê de bûn.

Mamosteyên navçe û bajarên wek Merîwan, Seqiz, Kirmaşan, Lorêstan, Îlam, Xûzistan, Hemedan, Merkezî, Tehran û Qezwînê nerazîbûn nîşanê ne pêkanîna projeya ku bi armanca wekhevkirina hiqûqa mamoste û hemû karmendan hatibû amadekirin dan. Li gorî xwepêşander dibêjin demek dirêje ku ev proje ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû amadekirin, lê heya niha nehatiye bi cih anîn.

Di hemû xwepêşandanên mamosteyan de, dirûşmeyên ji bo rakirina pergala perwerdeya taybet û dabînkirina perwerde û derfetên perwerdeyî ya bê pere ji bo hemû civakê hatin berzkirin û hat xwestin ku projeya wekhevkirina hiqûqa karmend û xanenişînan were pêkanîn.

Her wiha di gelek xwepêşandanan de bi taybetî yê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêkhatinî de pankart û dovîzên ku li ser hatibû nivîsandin “Em dixwazin hemû xebatkarên esnaf bê şert û merc serbest werin berdan”, "Zimanê dayikê mafê hemû zarokan e" û dirûşmeya “Bijî mamosteyên mafxwaz û yekgirtî” bal kişand.