Mamostayê olî Tosûranî: Erk e ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin

Mamosteyê ola Îslamê Îsmaîl Tosûranî got, “Yên terorîst dijminê PKK’ê ye. Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê erk e.”

Li Silêmanî 29’ê Çileyê bi tevlîbûna bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, hunemend û kesayetên Başûr bi dirûşma ‘Dem dema Azadiyê ye, Kampanya Însiyatîfa Naneteweyî: Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin’ hate ragihandin.

Di vê çarçoveyê de Mamostayê ola Îslamê Tosûranî yê tevlî kampanyê bû û piştevaniya xwe anî ziman got: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê erk e.”

‘PKK JI BO GELAN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DIKE’

Tosûranî got: “Di rastî de PKK ne terorîst e, dijminên PKK’ê terorîst e. Dewleta Tirk dixwaze hemû Kurdan ji mafê wan ên ziman, çand azadî qedexe bike. Berovajî vê PKK ji bo gelan têkoşîna azadiyê dike.”

‘DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ ERK E’

Mamostayê ola Îslamê Îsmaîl Tosûranî li ser derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî wiha got: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê erk e. Çawa dibe ku tevgerek ji bo azadiyê têkoşîn bike, bê xistina nava lîsteya terorê. Rastî û cewhera Îslamê rê nade vê zilmê.”

‘XWEDÎ LI KAMPANYÊ DERKETIN TÊ WATEYA PARASTINA GELEK MEZLÛM’

Herî dawî Tosûranî bang li mamosteyên oldar kirk u piştevaniyê bide kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û wiha pêde çû: “Tevlîbûna kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, tê wateya parastina geleke mezlûm ya li ber zilmê. Îslam bi ti awayî rê nade vê zilm û zordariya dewleta Tirk.”