Malbatên Roboskiyê: Em baweriya xwe bi dewlet û dadgehan naynin

Malbatên Roboskiyê ji bo xizmên xwe yên ku dewleta Tirk ew qetil kiribû, lêgerîna edaletê domandin. Malbatan gotin ku, “Em baweriya xwe bi dewlet û dadgehê naynin.”

Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê balefirên şer ên artêşa Tirk di sala 2011’an de 34 gundiyên sivîl qetil kiribû. Malbatên van kesên hatine qetilkirin, di hefteya 325’an a çalakiya xwe de li ser gorê xizmên xwe hatin ba hev. Li ser navê malbatan, Selcan Encü daxuyanî xwend a ku xwişka Huseyîn Encüyê ku ew jî hatibû qetilkirin.

Encü bal kişand ser vî tiştî ku ji dozan tu encam derneketiye û xwest kujer werin darizandin. Encü diyar kir ku heta îro sozên ku ji wan re hatibû dayîn, nehatiye bicihanîn û got, “Aliyê mirovî û wijdanî yê êşa me nedîtin.”

‘HETA KU EDALET PÊK WERE…’

Encü got ku, “Baweriya me bi dewlet û dadgehan nemaye. Em dixwazin di nav aştiyê de bijîn. Ji bo xwestina edaletê em ê dîsa werin cem hev. Heta ku rojekê edalet pêk were, em ê li vir bin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”