Malbatên girtiyan ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin

Malbat û xizmên girtiyan çalakiya ya nobetê ya li Amed û Wanê didomînin. Malbatan banga geşkirina têkoşînê kirin.

Çalakiyên malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Amed û Wanê dane destpêkirin, didome.

Nobeta Edaletê ya li Baroya Amedê hatiye destpêkirin di roja 72’yemîn de ye. Hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler, Hasîne Guler, diyar kir ku hevjînê wê ji ber dermankirinê xistine karantînayê û wiha got: “Êdî bes e, bila girtiyên nexweş bên berdan. Bila ji girtîgehan darbest dernekevin.” 

Yek ji xizma girtiyan Încî Guler jî xwest ku girtî bên berdan û wiha axivî: “Em ji vir rûniştine û vir ve, zilma li ser zarokên me zêde bûye. Banga me ji bo hemû kesan; vê zilmê bi dawî bikin. Bila çareseriyek were afirandin, bila cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Em jî bi zarokên xwe re dimirin. Çawa ku kes naxwaze zarokên wan bimirin, em jî naxwazin zarokên me bimirin.”

WAN 

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî di roja 47’emîn de ye. Dayika girtiyê nexweş Rojhat Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin, Hame Aydin û dayika girtî Nazmî Aydin ê 6 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Zelîha Aydin (64) nobeta îro domandin. Meclîsa Dayikên Aştiyê îro çûn serdana malbatan. 

Dayik Zelîha Aydin bi lêv kir ku 47 roj in bi daxwaza edaletê di nobetê de ne û wiha got: “Girtiyên me di girtîgehan de dimirin, darbestan jî nadin. Em ji bo edaletê li vir in. Em zilmê qebûl nakin.” Aydin, bertek nîşanî pêkanîna ser girtîyan da û wiha axivî: “Ji ber ku Kurd in zext li wan tê kirin. Divê civak xwedî li girtiyan derkeve. Divê gel ji xewê şiyar be. Ji bo çareseriyek were dîtin em di nobetê de ne. Divê civak jî deng bide daxwaza me ya edaletê.”

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hatice Akdogan jî destnîşan kir ku divê dayik bi hev re têbikoşin û wiha got: “Çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikin. Ji girtîgehan cenazeyên girtiyan derdikevin. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenazeyên girtiyan derkevin. Em êdî edalet û aştiyê dixwazin.”