Malbatên girtiyan ji bo piştgiriya berxwedanê bang kirin

Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Amedê dane destpêkirin, di roja 8’an de didome. Malbata ji bo piştgiriya berxwedanê bang kirin.

Malbatên girtiyan ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji ber ku înfaza wan tê şewitandin nayên berdan, li Baroya Amedê ji 16’ê Mijdarê û vir ve di nobeta Edaletê de ne.

MED-DER, Şaxa OHD’ê ya Amedê, Nûnerê TÎHV’ê Mûrat Aba û nivîskar Hemîd Dilbihar çûn serdana nobeta edaletê.

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî di serdanê de got “Îro li 355 girtîgehan 300 hezar kes girtî ne. Ji van kesan 1604 jî girtiyên nexweş in. Divê girtiyên nexweş werin berdan. Daxwazên malbatan mirovî ne, ji ber vê ez bawer im ev daxwaz wê wijdanê civakê jî têxe nav hewldanan. Em diyar dikin daxwazên malbatan û yên girtiyan daxwazên me ne jî.”

Nivîskar Hemîd Dilbahar jî got “Ez bang li nivîskar û wêjekaran dikim ku bila piştgiriyê bidin vê daxwazê. Divê hemû sazî piştgiriya vê berxwedanê bikin. Berxwedana wan a me ye jî.”

Nûnerê TÎHV’ê Mûrat Aba jî diyar kir girtî nikarin biçin nexweşxaneyê û got “Li gorî protokolê heke nexweş bin jî dema tên tedawîkirin divê serbest bin û li hundir polîs û jendirme tunebe. Lê em dibînin dema ku girtiyên nexweş tên tedawîkirin, kelepçeyên di destê wan de jî nayên derxistin. Ev êşkence ye.”