Malbatên girtiyan: Heta çareseriyê em ê nobedê bigirin

Malbatên girtiyan ên ku Nobeda Edaletê dewam dikin, gotin "Zarokên me li ber mirinê ne. Heta çareserî pêk were em ê dest ji nobedê bernedin."

Malbatên li Nobeda Edaletê, ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyane lê nayên berdan, li Baroya Amedê çalakiyê dikin; di roja 99'an de li pêşiya Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê li hev civiyan.

Beriya daxuyaniyê derdora girtîgehê bi dehan polîs û wesayitên zirxî hate pêçandin. Rêveberên HDP, MEBYA-DER, TUHAY-DER, ODH, MED TUHAD-FED xwestin piştgiriyê bidin malbatên girtiyan, lê belê polîsan nehiştin bigihêjin qadê. Malbatan di nava dorpêçiya polîsan de daxuyanî dan.

'EM Ê SIBE LI BER ATK BIN'

Ji xizmên girtiyan Încî Guler got, "Zarokên me bi salan e li girtîgehê ne. Ji bo dengê wan bidin bihîstin em li hev kom bûn. Me bang li parêzeran û partiyê jî kir. Lê belê destûr nedan. Eger destûr ji vê re jî nayê dayin hingî em dengê xwe çawa bidin bihîstin? Em bi ku v e biçin?"

Guler anî zima ku wê sibe li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) bin û got, "Ewladên me diêşin. Sibe jî parêzer wê bi me re bin. Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Em çûn heta Enqereyê, lê belê dengê me nayê bihîstin. Dema mesele Kurd be, her kes li dij dibe yek. Zextê li me dikin."

Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî got, "Zarokên me li ber mirinê ne. Em ji bo wan û tevahiya mirovahiyê edalet, aştî û wekheviyê dixwazin. Em naxwazin ku li girtîgehan bimirin. Bila dawî li ser zexta li zarokên me bê anîn. Nêvara me maye ne jî sibeha me. Meheke nikarim biçim hevdîtinê. Dema ku telefon an jî derî lê dide em dikevin nava fikaran ku gelo wê agahiya cenaze bidin. Heta ku çareseriyek pêk were em ê nobedê bigirin. Em ê li her derê nobeda xwe dewam bikin. Em edaletê dixwazin. Cegera me şewitî, bila ya kesekî neşewite."

Piştî axaftinan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate qîrîn.