Malbatên girtiyan êşkenceya li girtîgeha Şirnexê protesto kirin

Malbatên girtiyan êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê protesto kirin û diyar kirin girtîgeh bûne êşkencexane.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê şîddet û êşkenceya gardiyanan a li ser girtiyan zêde bûye.Malbatên girtiyan ev êşkence protesto kirin.

Daxuyanî li Rêxistina HDP’ê ya bajêr hate lidarxistin. Dayikên Aştiyê, çalakvanên TJA’yê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya navçeya navendî Zeynep Salgûcak li ser navê malbatan axivî û diyar kir girtiyê bi navê Mehmet Alî Çevîk di êrişa gardiyanan de birîndar bûye û ji bo ameliyatê di beşa lênêrîna kûr de ye.

Salgûcak diyar kir li girtîgehan şîddet û êşkence zêdetir û girantir bûye û got “Dixwazin careke din girtiyan ceza bikin. Divê mekanîzmayeke xurt a kontrolê were avakirin, derbarê berpirsan lêpirsînên îdarî û edlî were destpêkirin. Heta ku êşkence bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li raya giştî ya demokratîk û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila li hemberî êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bihistyar bin.”