Malbatên girtiyan: Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin!

Malbatên girtiyan ên ku berxwedana xwe didomînin gotin “Bila tu kes ne li bendê be, em ê van mirina qebûl bikin.” Malbatan bang li raya giştî kirin ku bila xwedî li berxwedana wan derkevin.

Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û ji bo girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakî di roja 143’yemîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan hatin ber deriyê Edliyeya Amedê û azadiya xizmên xwe xwestin.

 Endamên Konfederasyona Komeleyên Karên Hiqûqê û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Jinan a Rosayê jî piştgirî dan çalakiyê. 

Yek ji xizmên girtiyan Nûray Abay di çalakiyê de axivî. Abay, anî ziman ku daxwaza wan aştî û wekhevî ye û wiha got: “Çalakiya me ev bi mehan e didome. Lê daxwazên me nehatine qebûlkirin. Em dixwazin edalet pêk bê. Hêviya me ev e ku zarokên me bên berdan.” 

Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî jî bal kişand ser mirina girtî Mehmet Sevînç ku ev 28 sal bûn di girtîgehê de bû û li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê jiyana xwe ji dest da. Merwanî, diyar kir ku bi vê mirinê re fikarên wan hîn zêdetir bûne û ev tişt anî ziman: “Wezareta Edaletê û partiyên siyasî çima li dijî van mirinan bêdeng in? Gelo îro dora kê ye? Dê hêj çend kes bimirin? Dibe ku hejmara me kêm be lê ji me tenê yek kes jî bimîne em ê xwedî li girtiyan derkevin. Bila daxwazên me êdî bên qebûlkirin. Em her roj şînê digirin. Ev tiştekî asayî nîne. Îro yekê din jî çû. Bila hemû kes destê xwe dane ser wijdana xwe û êşa malbatên wan hîs bike. Dê ev mirine li me rûnenin. Em ê her tim jiyanê biparêzin.” 

Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Încî Guler jî axivî û da zanîn ku wan ji bo pêşîlêgirtina mirinan dest bi Nobeta Edaletê kirine. Guler, axaftina xwe wiha qedand: “Lê tevî vê yekê jî pêşî li mirinan nayê girtin. Divê partiyên siyasî hêj mirin çênebûyîn vê mijarê têxin rojeva Meclisê. Girtiyên me yên nexweş berdin. Ji ber xizmên xwe em di nava tirsê de ne.” 

Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.