Malbatên girtiyan: Dengê me bilindtir bikin!

Malbatên ku berxwedana girtiyên nexweş didomînin, bang li raya giştî kirin û gotin “Dengê me bilindtir bikin.”

Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Baroya Wanê hat destpêkirin di roja 68'an de didome. Malbatên ku dixwazin girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin dest bi nobedê kirin balê dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan. Hevjîna Îbrahîm Alkan (68) ê ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê girtî ye Dilşah Alkan, hevjina Ebedîn Abî yê ku 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê girtiyê Zubeyde Abî tevlî nobeda îro bûn. 

Dilşah Alkan di nobedê de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: "Ji bo pêkanîna edaletê em çalakiyê li dar dixin. Lê belê edalet nîne. Lê belê divê bê zanîn ku dê berxwedana me bidome. Em daxwaz dikin ku bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin û dermanên wan bi rêkûpêk bên dayîn. Bi taybetî jî em daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin. Du meh e nobeta me didome û em di serî de bang li dayik û piştre jî raya giştî dikin ku bila piştgiriyê bidin çalakiya me. Ne tenê dayikek divê hemû dayik tevlî çalakiyê bibin. Ji bo em bibin dengê girtiyan û divê em piştevaniya xwe mezin bikin. Hejmara me çend zêde be dê ewqas dengê me xurt derkeve."