Malbatê ji bo wergirtina cenazeya Fatma Çîçek serlêdan kir

Cenazeyên 4 jinên ku di êrişa hewayî ya li Bagokê de jiyana xwe ji dest dabûn li morgê tên ragirtin. Malbateke din ji bo wergirtina cenazeya zaroka xwe nimûneya xwînê da.

Di êrişa leşkerî ya ji 11 heya 15’ê Kanûnê li Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê pêk hatî de di encama bombebaranên hewayî yên hatin kirin de 6 gerîlayên YJA Starê şehîd bûbûn.

Cenazeyên Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) ji aliyê malbatên wan hatin wergirtin û li Artûklû û Nisêbînê hatin veşartin. Cenazeyê 4 gerîlayên din hê li morgê tên ragirtin.

Malbateke din ji bo teşxîskirina cenazeyê hate Mêrdîn. Malbata Fatma Çîçek yê ji navçeya Bismil a Amedê hatinî di nava cenazeyên ku di rewşeke ku nayên nasîn de bûn nekarî teşxîs bike. Li ser vê yekê ji bo ku testa DNA’yê malbatê mînaka xwîn da û wegeriya Bismilê.

Duh malbata Betul Dîlen (Dîcle) ku ji gundê Alûca ya girêdayî navçeya Qereyazî ya Erzrûmê hatibûn jî ji ber ku nekarîbûn cenaze teşxîs bikin mînaka xwîn dabûn.

Tê gotin ger ku mînakên DNA’yê neyên wê di rojên dawî yên meha Kanûnê cenaze ji morgê bên girtin û li Goristanan Bêkesan a li navçeya Artûklûyê bên veşartin.