Malbatan xwe gihandin cenazeyê 3 kolberan-NÛ BÛ

Xebatên AFAD û UMKE ya ji bo rizgarkirian 5 kolberên li ser sînorê Rojhilat piştî berfê agahî jê nedihatin girtin da sekinadin. Malbatan xwe gihandin cenazeyê 3 ji kolbaran.

Xebatên AFAD û UMKE yên ji bo kolberên bi navê Molaî Xûdaî, Firat Xûdaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî yên piştî çêbûna aşûtê ya 18’ê Çileyê li devera nêzî sînorê Rojhilat û Elbakê ya Wanê duh dabû destpêkirin rawestandin.

CENAZEYÊ 3 KOLBERAN HATIN DÎTIN

Malbatên ku li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kirin 3 cenaz ji bin aşûtê derxitin. Li gorî agahiyên hatin girtin cenazeyê Metîn Eslanî, Bîlen Ehmedî û Molaî Xûdanî ji bin aşûtê hatine derxistin.

Malbat ji bo rizgarkirin û gihiştina cenazeyê kolbaran li gundê Bilindbasan a Bajêrge lêberînê didomînin. Nacî Teker ê ji gundikê Sûalti agahî da û got: “Malbat ji saetên sibê ve ji aliyê Îranê ve dest bi lêgerînê kirin. ”

Xebatên malbatan ên ji bo dîtina cenazeyê Yaver Eslanî û Firat Xûdaî jî dewam dike.

Welatiyê gundê Bilindbasan Kenan Firat jî diyar kir ku piştî ti encamek ji xebatên AFAD û UMKE’yê nehate girtin malbatên kolbaran berê xwe dan gundê Koran ji bo dîtina zarokên xwe dest bi lêgerînê kir.