Malbatan li ber Saziya Tiba Edlî berxwedana zindanan silav kirin

Malbatên girtiyan di roja 100'î ya Nobeta Dadê de li ber STE hatin cem hev, zarokên xwe xwestin. Malbatan gotin,''Bijî berxwedana zindanan.''

Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û li gel înfaza wan temam bûye jî nayên berdan li Baroya Amedê Nobeta Dadê digirin, di roja 100'î ya çalakiyê de hatin ber avahiya Saziya Tiba Edlî (STE). Enamên HDP'ê, MEBYA-DER, TUHAY-DER, MED TUHAD FED'ê jî ji bo destekê bidin malbatan hatin ber STE'yê. Polîsan herêm dorpêç kirin, nehiştin nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bibin.

Reşahat Ada ku li ber STE'yê li ser navê malbatan daxuyanî dayî, li dijî dorpêça polîsan helwest nîşan da û got, ''Bila zext û zordariya li ser zarokên me rabe. Bila înfaza wan neyê şewitandin. Em naxwazin cenazeyên zaroyên xwe bistînin. Em aştî û dadê dixazin. Em dayik in û ji bo edalatê di nobetê de ne. Kezeba me dişewite.''

Ada got ew ê sibe jî bêne ber avahiyê û daxwaza wan a edeletê dubare bikin.

Xizma girtiyan Incî Guler got, ''Li gel ku ev 30 sal in girtî ne zarokên me nadin me. Li gel ku bi salan e nexweş in jî ji salên 90'î û wir ve ne jî qanûn nayên bicihanîn. Qanûnan bi cih bînin. Zaroyên me bidin me.''

Xizma girtiyan Nazîm Boltan li dijî dorpêça polîsan helwest nîşan da û got,''Ev çi edalet, çi qanûn e.  Em heq û hiqûqê zarokên xwe dixwazin. ''

Daxuyanî bi dirûşma' bijî berxwedana zindanan, heq û hiqûq adalet' qediya.