Malbata şehîd Melsa: Roj ne roja girî ye, roja mezinkirina têkoşînê ye

Dayik û bavê Melsa Dêrik: Melsa li çiyayên azad ên Kurdistanê li ber xwe da û şehîd bû. Eger zarokên me wê şehîd bibin, bila di têkoşîna dijî dijmin de şehîd bibin, ne di şerê birakujiyê de.

Dayik û bavê gerîlaya HPG'ê Melsa Dêrik gotin, "Melsa li çiyayên azad ên Kurdistanê li ber xwe da û şehîd bû. Eger zarokên me wê şehîd bibin, bila di têkoşîna dijî dijmin de şehîd bibin, ne di şerê birakujiyê de."

Gerîlaya HPG'ê Melsa Dêrik li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê di 31'ê Gulana 2021'ê de di şerê giran ê dijî artêşa Tirk de şehîd bû. Dayika Melsa Dêrik ji ANF'ê re axivî û got, "Melsa li çiyayên azad ên Kurdistanê li ber xwe da û şehîd bû. Hêvîdar in ku şehadeta keça min wê bibe wesîleya azadiya Kurdistanê û yekîtiya gelê Kurd."

'NE ROJA GIRÎ YE, ROJA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE'

Dayika Melsa Dêrik Şerîfe Qasim got, "Keça min tevlî nava refên şoreşê bû û şehîd bû. Şehadeta keça min li Rêber Apo, li tevahiya gerîlayên azadiyê pîroz be. Gerîlayên azadiyê hemûyan silav dikim. Li dijî dijmin berxwedaneke bêhempa tê nîşandan. Roj ne roja girî ye, roj roja mezinkirina têkoşînê ye. Gelê Kurdistanê hemû divê li ber dagirkeriyê rabin û tevlî nava refên têkoşînê bibin."

PEYAMA JI BO MESÛD BARZANÎ: BILA LI DIJÎ DIJMIN ŞER BIKIN

Bavê Melsa Dêrik Yûsif Îsmaîl Elî jî wiha axivî:

"Melsa ku sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû, li çiyayên azad ên Kurdistanê şehîd bû. Hêvîdar im ku şehadeta wê wê yekîtiya gelê Kurd pêk bîne. Ji vê derê bang li Birêz Mesûd Barzanî dikim. Gerîla jî pêşmerge jî zarokên me ne. Eger zarokên me wê şehîd bikevin bila di şerê dijî dijmin de şehîd bikevin. Bila li dijî yên ku xwîna me vedixwin têbikoşin û di wê rêyê de şehîd bikevin. Ne bi şerê birakujiyê şehîd bibin."