Malbata Kaçar li hemberî PDK’ê hate ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî

Malbata Kaçar a ku PDK’ê ew derxistibûn derveyî Hewlêrê , li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî dest bi çalakiyê kir.

Hasan Kaçar û malbata wî ya ku asayîşa PDK’ê ew derxistibûn derveyî sînorê Hewlêrê, li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Silêmaniyê li mafê xwe digere.

Asayîşa PDK’ê bang li Hasan Kaçar û malbata wî kiriye û diyar kiriye ku ew ê mafê bicihbûnê bidinê lê asayîşa PDK’ê bêyî ku destûrê bide ew rahêle kincên zarokê xwe, ew derxistibûn derveyî sînorê Hewlêrê.

Hasan Kaçar duh heta derengiya şevê li ser sînorê Hewlêr û Silêmaniyê mabû û piştre neçar mabû biçe Silêmaniyê.

Hasan Kaçar vê sibehê tevî malbata xwe li pêşiya Nûnertiya NY a li Silêmaniyê daxuyanî da û diyar kir ku divê NY berpirsyariya xwe bi cih bîne û NY nerazîbûnê nîşanî vê neheqiyê bide.

Malbata Kaçar dixwaze di bin mîsogeriya NY vegere Hewlêrê.