Malbata Doku: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin

Malbata Gulistan Doku di roja 13’emîn de li ber Edliyeya Dersimê çalakiya nobedê didomîne bang li Meclîsê kir ku Komîsyona Lêkolînê ava bike.

Ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Doku nayê wergirtin. Malbata Doku jî ji ber vê yekê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Çalakî di roja 13’emîn de berdewam dike û li aqûbeta keça xwe dipirsin. Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana malbatê kirin û piştevaniyê kirin. Dayika Gulistanê, Bedriye, bavê wê Halît û xwişka wê Aygul di saetên nîvro li ber edliyê nobed girtin û pişt re jî çûn ber walîtiyê û daxuyanî dan û bang li walî kirin.

JI 600 PARLAMENTERAN RE NAME ŞANDIN

Malbatê diyar kir ku der barê dîtina keça wan de lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û ji bo dîtina keça xwe name ji 600 parlamenterên li Meclîsê re şandine. Malbatê bi bîr xist ku berê li Meclîsê bi dengên parlamenterên AKP û MHP’ê avakirina Komîsyona Lêkolînê hatiye redkirin û heta komîsyon were avakirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.

Li ber walîtiyê nameya ji parlamenteran re hatiye şandin jî hat xwendin.