Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin

Malbata Gulistan Dokû ku 2 sal in agahî jê nayên girtin, ji Pira Dînar ku Dokû herî dawî lê hatibû dîtin banga “Gulistanê bibînin” kir.

Platforma Jinan a Dersimê, li ser Pira Dînar a ku xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ya piştî di 5’ê Çileya 2020’an de hat windakirin û careke din agahî jê nehat girtin, hatin cem hev. Ji xeynî platformê malbata Dokû jî hat wir û xwest aqûbeta keça wan derkeve holê. Xwişka Dokû, Aygul Doku bi lêv kir ku ji bo Gulistan were dîtin gelek partî û saziyên sivîl di nav hewldana de ne lê rayedarên AKP’ê û MHP’ê tu gavan naavêjin. 

Dokû anî ziman ku bi gotinên “Em ê Gulistanê bibînin” tên mijûlkirin û dazanîn ku lêpirsîna dosyaya Gulistanê bi awayekî bi bandor nayê birêvebirin. Dokû bi bîr xist ku li mal û wesayîta gumanbarê sereke Zaynal Abarakov lêkolîna krîmînal nehat kirin û pirsa Abarakov çima nehat darizandin kir.

Endamên malbat û platformê pişt re derbasî pêş Edliyeya Dersimê bûn.