Malbata Şenyaşar xwest kon vede, lê destûr nehate dayin

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin daxwaza edaletê dike, ji ber serma û seqema zivistanê xwest kon vede, lê walîtiyê nehişt.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Çalakiya ku 9'ê Adarê dest pê kir, kete roja 287'an. Dayik Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çalakiyê li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî hate ber Edliyeya Rihayê.

Ferît Şenyaşar 7'ê Kanûna 201'ê ji Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) re nameyek şand û xwest ku ji ber sermayê karibin kon vedin.

Şenyaşar bal kişand ser konê li ber avahiya HDP'ê ya Amedê bi piştgiriya dewletê hatiye vedan û xwestibû ku heman mafê 'welatîbûna wekhev' ji wan re jî bê dayin. Lê belê ev daxwaz ji aliyê walîtiyê ve hate redkirin.