Malbata Şenyaşar: Wekîlê AKP'ê yê kujer tê parastin

Ferît Şenyaşar got, "Di nava AKP'ê de wekîlek heye ku komkujî kiriye. Ev wekîl hîn jî tê parastin."

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 308'an de ye. Malbata Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê bi 42 kîlometreyan berê xwe da Rihayê û li ber edliyayê li gel sermayê jî nobeda xwe dewam kir.

Ferît Şenyaşar got, "8 wekîlên Rihayê hebin, dema ku ketin nava gel, gel wê vê nobeda me bipirse. Wê bipirsin, 'Ev dayik çima 4 demsal in li ber deriyê edliyeyê ye'. Di nava AKP'ê de wekîlek heye ku ev komkujî kiriye. Ev wekîl hîn jî ji aliyê hinekan ve tê parastin. Ji ber ku tê parastin dozger bêbandor mane, nikarin wezîfeya xwe bikin û sûc dikin. Eger wekîlên AKP'ê wê tevlî nava gel bibin, ev têkoşîna me li her bajarekî Tirkiyeyê dikeve rojevê. Û gel wê ji wekîlan bipirse, 'Ev dayik çima li ber edliyeyê disekine, kê 2 ewlad û hevserê vê dayikê li nexweşxaneyê qetil kirin?' Eger di nava AKP'ê de wekîlek hebe bersivê bide vê pirsê bila derkeve meydanê, tevlî nava gel bibe. Bila bersiva vê pirsê bide."