Malbata Şenyaşar: Wê têkoşîna me edaletê bîne

Malbata Şenyaşar “Wê têkoşîna me edaletê bîne. Hindik ma, wê rojên xweş werin.”

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike. Çalakiya nobeda edaletê ku di 9'ê Adarê de dest pê kir di roja 348'an de ye.

Di dawiya hefteyê de ji ber ku edliye girtiye Emîne Şenyaşar li mala xwe ya li Sirûcê nobetê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo tevlî bernameya ‘Xelatên Çapemenî, Huner û Hevgirtinê ya Halkevlerî’ çû Stenbolê.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam belav kir “Ji bo ku em dengê xwe bigihînin rayedaran, em li ser rêyan in. Yan ew ê dengê xwe bibihîzin an jî wê biçin. Dawiya her tiştî heye, em bawer dikin. Wê têkoşîna me edaletê bîne. Hindik ma, em ê rojên xweş bibînin.”