Malbata Şenyaşar: Wê serfirazî berxwedanê bi xwe re bîne

Malbata Şenyaşar a ku li hemberî qetlîama AKP’yiyan nobeta xwe didomînin, got “Kesên li hemberî zilmê li ber xwe didin, wê bi ser bikevin.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 292’yemîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê, malbat nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabên Serokê Giştî yê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan û Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Em bawer dikin! Em bi biryar in! Em ê vê biqûqiya li Rihayê ji holê rakin. Ji ber ku em mafdar in. Kesên li hemberî zilmê li ber xwe didin, wê bi ser bikevin.”