Malbata Şenyaşar wê çalakiya xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê bidomîne

Malbata Şenyaşar wê hin rojan çalakiya xwe ya nobeta edaletê li pêşiya Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê bidomîne. Dosyeya Fadil Şenyaşar ê di girtîgehê de ye, li vê dadgehê tê darizandin.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Çalakiya nobedê ku 9'ê Adarê dest pê kir di roja 352’an de didome.Dayik û kurê xwe piştî ku di telefonê de bi Fadil Şenyaşar ê di Girtîgeha Xarpêtê de axivîn, ji Pirsûsê ber bi Rihayê bi rê ketin.

'HETA KU EDALET PÊK WERE WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'

Malbatê diyar kir ew her roj 42 kîlometreyan ji Sirûcê diçin Rihayê û li ber lewheya Rihayê ya di têketina bajêr de daxuyaniya xwe da. Ferît Şenyaşar got “Me xwest em balê bikişînin ser vê rêya ku em her roç diçin û tên. Navbera Riha û Pirsûsê 42 kîlometre ye, 352 roj in em her roj li ser vê rêyê diçin û tên. Her roj li ser vê rêyê qeza çêdibin.Me her tişt da ber çavê xwe, em ê dev ji vê rêyê bernedin. Heta ku edalet were Rihayê em ê biçin û bên.”

Ferît Şenyaşar diyar kir birayê wî Fadil Şenyaşar 4 sal in di hucreyeke yekkesî de girtî ye û got “Doz bi awayekî li dijî hiqûqê kirin du parçe. Dosyeyek li Rihayê ye û dosyeya li nexweşxaneyê jî li ser wê biryara nepeniyê heye. 3 kes hatin qetilkirin lê tu kes nehatine girtin. Bêhiqûqî didome. Dosyeya ku ceza li birayê min birîne jî li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê ye. Em ê ji niha û şûnde hin rojan biçin pêşiya Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê û em ê li wir nobeda xw bidomînin. Birayê min bi biryareke siyasî girtî ye.

Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û wiha got: “Ev nêzî salekê ye em li ber deriyê dadgehê nobetê digirin. Heta ku zarokê min tê berdan jî dê ev nobeta me berdewam bike. Ev saleke em di rêya Pirsûs û Rihayê de tên û diçin. Kurê min weke dîlekî tê girtin. Bila kurê min berdin û em jî li mala xwe rûnin. Bila êşa me hinek sivik bibe. Kesên ku komkujî kirin çima nayên girtin? Ma ev çi edalete wiha? Heke ez bimrim jî dê di vê rêyê de bimrim. Êdî bes e. Ev çi wijdan e? Ma edalet ev e?”