Malbata Şenyaşar: Pergala dadgeriyê sponsporê komkujiyê ye

Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê, çalakiya xwe ya nobeda ji bo edaletê dewam dike. Malbatê ragihand ku pergala dadgeriyê sponsporê komkujiyê ye.

Emîne Şenyaşar ku hevser û zarokên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe yê ji komkujiyê rizgar bû Ferît Şenyaşar nêzî 2 meh in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike.

Malbata Şenyaşar di roja 51'ê ya çalakiyê de serê sibehê li ber avahiya edliyeyê dest bi nobeda xwe ya ji bo edaletê kir.

Malbata Şenyaşar têkildarî êrişa li wan hate kirin agahiyê dide parêzeran û şêniyên bajêr ên li derdorê.

Malbatê îro jî li ser hesabê Twitterê peyamek weşand. Di peyamê de hate gotin, "Zilma li me hatiye kirin dibe dokûmanter. Di demeke nêz de wê bibe romaneke trajîk. Mijar: Komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Karakterê Bingehîn: Wekîl Î. H. Yildiz. Karakterên Alîkar: Malbata Yildiz. Sponsor: Pergala Dadgeriyê. Wî destên xwe yên bi xwîn êdî ji ser edaletê vekişînin..."