Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî 'yên xemsar' da

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku wê rêyeke nû destnîşan bikin û nerazîbûn nîşanî 'yên xemsar' da.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Di roja 289'an a çalakiya nobedê de malbata Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê bi 42 kîlometreyan hatin ber Edliyeya Rihayê. Li gel şert û mercên zivistanê jî destûr nehate dayin ku kon bê vedan.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê Twitterê hesabên Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê Erînç Sagkan û Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû destnîşan kir û ev peyam da: "Li ber deriyê Edliyeya Rihayê zilmek heye ku cîhan dişopîne. Em ê li vê derê rêyeke nû diyar bikin. Alternatîfeke cuda nîne. Ji bo vê jî yên ku bi însiyatîf tevnagerin wê ji siberojê berpirsyar bin."