Malbata Şenyaşar: Nalet li zilimkaran bibare!

Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe didomîne got, ''Dema ku dad nebe mirovahî nabe! Nalet li zilimkaran bibare!''

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji malbata wan 3 kes bi destê zêrevan û xizmên wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin ev 204 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Dadê didomînin.

Di roja 200'î ya berxwedanê de ji bo ku polîsan dest li ser pankartên malbatê danîbû, malbatê bêyî pankart dest bi çalakiyê kir.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got, ''Dema ku dadmendî nebe mirovahî nabe! Nalet li wan dadirêsan ku dadê narêsin. Nalet li wan ku zilmê li welatiyan dikin. Nalet li wan ku zilmê li vê dayikê dikin.''