Malbata Şenyaşar: Li pişt dozger parlementerê AKP’ê yê çekdar heye

Malbata Şenyaşar bal kişand ser daraza Tirk a ku kujeran diparêze û got “Li pişt dozger parlementerekî çekdar heye.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 340’emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat pêş Edliyeya Rihayê. Malbatê pankarta ku wêneyên bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin û nivîsa ‘Bav û kur li pêş çavên hemû kesan hatin qetilkirin. Têkildarî bûyerê kesek jî nehatiye girtin. Dayik ji bo kesên neheqî hatin qetilkirin û girtin li benda edaletê ye. Ji bo malbata Şenyaşar ji bo herkesê edalet’ li ser li bariyerên li pêş edliyeyê ve daliqandin. Malbat derbarê qetlîamê û têkoşîna xwe ya çar salan agahiyan dide welatiyên berê wan dikeve edliyeyê. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hesabên Serokkomariyê, Dadgeha Destûra Bilind û Dadgeha Bilind etiket kir û ev peyam parve kir: “Me heta niha daraz û dozger sûcdar kirin. Li pişt dozger parlementerekî çekdar heye. Dirûşmeya me heq hiqûq edalet e. Kesên li dijî zilmê bêdeng in em wan şermezar dikin. Em gel in lê hûn?”