Malbata Şenyaşar li gel zivistanê jî berxwedana xwe dewam dike

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên hatine kuştin daxwaza edaletê dike, çalakiya xwe li gel şert û mercên giran ên zivistanê dewam dike.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike. Çalakiya nobedê ya bi vê armancê dest pê kir di roja 316'an de ye.

Malbat ji mala xwe ya li Pirsûsê bi 42 kîlometreyan hate ber Edliyeya Rihayê.

Çalakiya nobedê li gel serma û seqemê dewam dike. Ferît Şenyaşar diyar kir ku li gel şert û mercên nebaş ên hewayê jî ew nobedê dewam dikin û got, "Car carna berf dibare. Şert û merc çi dibin bila bibin, heta ku edalet pêk neyê, em ê neçin mala xwe. Em ê ji ber deriyê Edliyeya Rihayê neçin."