Malbata Şenyaşar li gel êrişa polîsan berxwedana xwe dewam kir

Dayik Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe, berxwedana edaletê dewam kir. Malbatê nerazîbûn nîşanî êrişa polîsan da.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, di roja 241'ê de çalakiya nobeda edaletê dewam kir.

Dayik Emîne Şenyaşar ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çû nexweşxaneyê, tevî ku serûm jî pê ve hate girêdan, çû ber edliyeyê û çalakiya xwe dewam kir.

Tevî ku serûm pê ve jî bû, polîsan êriş birin ser Emîne Şenyaşar û hewl dan bi zorê biibn nexweşxaneyê. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê red kirin ku biçin nexweşxaneyê û tevî malbatan li dijî astengiyê li 'Goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar' daxuyanî da çapemeniyê.

Dayik Emîne Şenyaşar destê xwe yê bi serûm hilda jorê û pankarta ji wêneyê hevserê xwe Haci Esvet Şenyaşar û kurên xwe Adil û Celal ên hatin qetilkirin hildan û gotin, "Li pêş çavên her kesî hatin qetilkirin."