Malbata Şenyaşar li ber edaleta 'zaliman' rabû

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê bi sedan roj in ji bo edaletê têdikoşe, nerazîbûn nîşanî edaleta 'di destê zaliman de ye' da û li diyar kir ku li ber deriyê edaletê ew li benda 'mûcîzeyê' ne.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike.

Malbat bi 42 kîlometreyan ji Pirsûsê berê xwe da Rihayê û li ber Edliyeya Rihayê dest bi roja 289'an a çalakiya xwe ya nobeda edaletê kir.

Li ser hesabê twitterê yê malbatê nerazîbûn ji edaleta "di destê zaliman de ye" hate nîşandan. Di peyamê de hate gotin, "Ola dewletê edalet e. Ol niha weke amûreke siyasî tê bikaranîn. Edalet jî di destê zaliman de ye. Deriyê edliyeyê li yên xurt vekiriye. 290 roj in dayik li ber deriyê edaletê li benda mûcîzeyê ye."