Malbata Şenyaşar: Komkujan diparêzin

Malbata Şenyaşar di roja 90'î ya berxwedanê de got, ''Serdozger komkujên li nexweşxanê diparêze''

Emîne Şenşyar ku du kurê wê û hevserê wê ji hêla wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halil Yldiz û xizmên wê ve hatin kuştin û kurê wê Ferît ev 90 roj in ji bo ku komkuj bêne cezakirin li ber avahiya edliyê ya Rihayê nobetê digirin. 

Ji ber qedexeya derketina derve malbat vê yekşemê çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomînn.

Malbatê li ser hesabê medyaya dijîtal daxuyanî da, ''Serdozgerê Qesra Edelatê ya Rihayê komkujiyan diparêze, nehiqûqiyên dema darbeyan jî li pey xwe hiştine. Bila dosyaya dozê were vekirin, dadmendî bi cih were.''

Ferît Şenyaşar got ji ber nexweşiya diyawî wê çalakiya li ber avahya edliyê heftiyê bikjn sê roj, heftiyê rojekê ji bo desteka hiqûqî serdana bajarên din dikin û rojên din jî l mala xwe nobetê bigrin.