Malbata Şenyaşar: Kesên li hemberî zilmê bêdeng dimînin wê têk biçin

Malbata Şenyaşar diyar kir kesên li hemberî zilmê aliyê xwe diyar nakin wê têk biçin.

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 319’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe îro nehat ber edliyeyê û li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe domand. Lawê wê Ferît Şenyaşar hat ber edliyê û nobedê berdewam kir.  

Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeda wan a edaletê di bin zilmê de berdewam dike û got: “Nobeda me gihîştiye nêzî salekê. Sê roj in li Rihayê sir û seqemek dijwar heye. Li gel vê yekê jî nobeda me bi biryardarî didome. Şert û merc çi dibin bila bibin me tu carî dest ji nobeda xwe berneda. Ez bang li hemû parlamenterên Rihayê û tevahiya parlamenteran dikim. Li ber Nexweşxaneya Pirsûsê qetlîam hat kirin û sûcê mirovahiyê pêk anîn. Piştî qetlîamê jî li ser malbata me zilm dewam dike. Nêzî 4 salan e birayê min di hucreyek yekkesî de tê ragirtin. Em nikarin li malê rûnên. Em vê qebûl nakin. Parlamenter hemû qetlîamê baş dizanin. Bila derkevin û aliyê xwe diyar bikin. Yên ku li Meclîsê aliyên xwe diyar neke wê di çavê gel de berteraf bibin. Heta ku edalet cihê xwe bibîne wê nobeda me bidome.”  

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam belav kir: “Yên ku ji zilma li ser gel re nabêjin bes e, nikarin bibin wekîlê gel. Yên ku ji zaliman re nebêje zalim nikare bibe wekîlê gel. Yên ku li hember vê qetlîamê bêalî bimînin ew ê berteraf bibin.”