Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li ber edliyeyê ye

Malbata Şenyaşar ku ji ber qedexeya derketina derve çalakiya xwe ya ji bo edaletê sê rojan li malê dewam kir, di roja 49'an de li ber Edliyeya Rihayê dewam kir.

Malbata Şenyaşar 49 roj in bi daxwaza edaletê di nobedê de ye. Rojên dawî ji ber qedexeya derketina derve malbata Şenyaşar nekarî biçe ber Edliyeya Rihayê, lewma sê rojan li malê çalakiya xwe dewam kir.

Çalakî ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve tê meşandin ku ferdên malbata wan ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin.

Bi navê malbata Şenyaşar li ser Twitterê peyamek hate weşandin û hate ragihandin ku heta edaletê wê çalakiya xwe dewam bikin û ban li her kesên xwedî wijdan hate kirin ku piştgiriya wan bikin.