Malbata Şenyaşar: Hûn ê bedela wê bidin

Malbata Şenyaşar diyar kir ku berxwedan maf e û got, "Hem li pêşberî hiqûqê hem jî li ser sindoqê hûn ê berdêlê bidin."

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Çalakiya nobedê ku 9'ê Adarê dest pê kir di roja 351'ê de ye.

Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe îro nekarî tevlî çalakiyê bibe. Çalakî ji aliyê Ferît Şenyaşar ve hate meşandin.

Li ser hesabê twitterê yê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin:

"Gotina bingehîn a têkildarî hiqûqê bê gotin ew e ku eger zilmek bi rêya dadgeriyê tê kirin, hingî berxwedan maf e. Xelkê Rihayê şahidê berxwedana li dijî zilmê ye. Hem li pêşberî hiqûqê hem jî li ser sindoqê hûn ê bedelê wê bidin."