Malbata Şenyaşar: Heta ku em encamê bistînin wê berxwedana me bidome

Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 220’an de didome. Malbatê diyar kir heta ku ew encamê bistînin wê berxwedana wan bidome.

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2019’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê wê kuştibû, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di 9’ê Adarê de li pêşiya dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Dayik û kurê xwe hatin qada ku jê re dibêjin ‘Koşeya Edaletê ya Malbata Şenyaşar’ û pankarteke nû daliqandin. Di roja 200’î a nobetê de pankarta wan hatibû desteserkirin û ji ber lêkolîna dozger 20 roj in pankart teslîmî malbatê nehatibû kirin.

Ferît Şenyaşar di çalakiya nobetê de axivî û got “Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de didome.  Di roja 200’an de pankarta me desteser kirin û piştre sewqî dozgeriyê hate kirin. Ji ber ku pankarta me nedan me, me jî yeka nû amade kir. Li ser pankartê daxwazên me yên rewa hene. Li nexweşxaneya dewletê qetlîamek hate kirin, heke em dewleta hiqûqê ne, divê tişta pêwist were kirin. Em bi tenê edaletê dixwazin. Emniyet û daraz ji dêvila ku daxwazên me bi cih bînin, belaya xwe bi pankartê dane. Ji bo ku me ji pêşiya dadgehê dûr bixînin, her tiştî dikin.  Lê heta ku edalet pêk neyê, em ê ji vir neçin.”

Ferît Şenyaşar diyar kir birayê wî Fadil Şenyaşar 3 sal in li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê de di hucreyeke yekkesî de ye û got “Heke birayê min rast bihata darizandin, wê niha ew jî li vir bûya. Li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye, birayê min belasebeb di girtîgehê de ye. Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Heta ku daxwazên me bên bicihanîn em ê li vir bin.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî got “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêşiya dadgeha Rihayê di roja 220’an de didome. Em ê bi berxwedan û hevgirtinê edaletê pêk bînin.”