Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê em ê li malê rûnenên!

Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne got “Heta ku edalet pêk neyê, em ê li mala xwe rûnenên.”

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, 105 roj in di nobeta edaletê de ne. Malbat du roj in li Dîlokê ji bo piştgiriya hiqûqî hin serdan dikir û îro dîsa hatin pêşiya dadgeha Rihayê. Malbata Şenyaşar dowîza bi nivîsa ‘Dayikek 105 roj in li pêşiya Dadgeha Rihayê di nobeta edaletê de ye. 2 kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hate kuştin. Ji ber ku parlementer di nav qetlîamê de ye 3 sal in doz lê nayê vekirin’ danî ser bloka beton a li ser rêya dadgehê.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam da û got “11 baroyan ji bo doza qetlîama li nexweşxaneyê diyar kirin ew ê piştgiriya hiqûqî bidin. Armanca me ev e ku 81 baroyên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin me. Heta ku edalet pêk neyê, em ê li mala xwe rûnenên. Li pêşiya dadgeha Rihayê têkoşîna me di roja 105’an de didome.”