Malbata Şenyaşar: Ev doz ne tenê doza me ye

Ferît Şenyaşar got, "Yên bêdeng dimînin hevparê vê komkujiyê ne. Ev doz ne tenê doza me ye."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîraan 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê dike. Çalakî îro di roja 297'an de ye. Malabata Şenyaşar careke din hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir.

Ferît Şenyaşar got, "Li nexweşxaneya dewletê, parlamenterekî û xizmên wî komkujî kirin û ev komkujî jî li pêş çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê hate kirin. Di nava AKP'ê de her kes bi vê bûyerê zane. Li Meclîsê 302 parlamenterên AKP'ê hene, heta niha tenê Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakibaba axivî û got ku em mafdar in. Em li bendê ne ku parlamenterên din jî bi heman rengî bi berpirsyarî tevbigerin. Bila her kes refê xwe diyar bike. Yên bêdeng dimînin hevparê vê komkujiyê ne."

'HETA BIDESTXISTINA EDALETÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN'

Şenyaşar bi bîr xist ku ji bo berdana Fadil Şenyaşar û dosya dozê ya nexweşxaneyê bê vekirin ew çalakiyê dikin û got, "Li nexweşxaneyê komkujiyeke organîzeyî hate kirin û em dixwazin ku 23 kesên dozgerê beriya niha ew tespît kirin bi rengê herî giran bêne cezakirin. Heta ku edalet bi cih bê em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar ev peyam hate dayin, "Ev doz ne tenê doza me ye. Birîna edaletê ya welatekî ye ku xwîn jê tê. Kujer çima bi hêsanî digerin, ji ber ku yê ku Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kir, hîn jî di nava AKP'ê de parlamenter e."