Malbata Şenyaşar ev 337 roj in ji bo dadê nobetê digire
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku hatine kuştin Nobeta Dadê digire, diyar kir bêdengiya li bara zilmê hemandina kujeran e û got, ''Em biheq in, em ê bi ser bikevin.''
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku hatine kuştin Nobeta Dadê digire, diyar kir bêdengiya li bara zilmê hemandina kujeran e û got, ''Em biheq in, em ê bi ser bikevin.''
Nobeta Dadê ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku 9'ê Adara 2021'an dest pê kirî, didome.
Malbatê di roja 337'an a çalakiya nobetê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, ''Li ber Edliyaya Rihayê em ê tim bibêjin, ''dad, dad''. Bêdengiya li bara zilmê hemandina kujeran e. Hemû baro, rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û gelê Rihayê yê birûmet li têkoşîna me xwedî derdikevin. Em biheq in em ê bi ser bikevin.''