Malbata Şenyaşar: Em ne di eynî keştiyê de ne

Malbata Şenyaşar di roja 355'an de Nobeta Dadê didomîne. Malbatê got, ''Heke em di eynî keştiyê de bin, ev zilm çima?''


Nobeta Malbata Şenyaşar ji 9'ê Adarê ve didome. Ji ber ku dawiya heftiyê ye, Yadê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê nobetê didomînin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wêneyê camên şikestî yên ambûlansa li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê par ve kir û got, ''Ambûlansa ku ji Tirkiyê ji bo alîkariyê çûyî Ukraynayê êrîş çû ser! Li Rihayê êrîş çû ser vê ambûlansê. Ên ku ev êrîş anîn hatin xelatkirin. Heke em di eynî keştiyê de bin ev zilm çima?''