Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo edaletê çalakiya nobedê dike, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul got, "Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin."

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe yê di êrişê de birîndar bû Ferît Şenyaşar 67 roj in çalakiya nobedê dike.

Nobeda edaletê ji ber qedexeya derketina derve ji 30'ê Nîsanê ve ne li ber Edliyeya Rihayê, lê li mala malbata Şenyaşar dewam dike.

Malbata Şenyaşar di roja 67'an a çalakiyê de li ser medya dîjîtal peyamek parve kir.

Malbatê peyam ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul re şand û wiha got, "Em ê li hemberî vê bêedaletiyê bêdeng nemînin. Xweragirtina li vê êş û bêedaletiyê giran jî be, em bi hêvî ne ku edalet pêk were. Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin."