Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin

Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe dewam dike, peyam da ku wê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin û bêdeng nebin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, berxwedana xwe dewam dike. Malbat ji ber qedexeyê, nobeda xwe ya edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.

Malbata Şenyaşar di roja 58'an a çalakiyê de li ser hesabê medya dîjtal ev daxuyanî da: "Yên ku paşeroja me, xeyalên me, jiyana me dizîn niha bên parastin jî dawiya dawî wê li pêşberî dadgeriyê hesab bidin. Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin! Em ê bêdeng nemînin!"