Malbata Şenyaşar: Em ê bi ser bikevin û wiha ji ber edliyeyê veqetin
Malbata Şenyaşar ku ji bo maliyên wan ên ku hatibûn qetilkirn çalakiya nobetê didomîne, diyar kir ew ê bi ser bikevin û wiha ji ber edliyê veqetin.
Malbata Şenyaşar ku ji bo maliyên wan ên ku hatibûn qetilkirn çalakiya nobetê didomîne, diyar kir ew ê bi ser bikevin û wiha ji ber edliyê veqetin.
Çalakiya Nobetê ya Malbata Şenyaşar ku 9'ê Adarê dest pê kirî di roja 282'an de didome.
Dayik Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe 14'ê Kanûnê nikarîbû were ber edliyê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama xwe weşand û got,''Heta ku em hilmê bistînin em ê hesab bipirsin. Em ê bi ser bikevin û wiha ji ber edliyê veqetin. A rast, li dijî hiqûqa xurtan wê 'adalet' bi ser bikeve.''