Malbata Şenyaşar: Em bi biryar in, em ê edaletê bînin

Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe dewam dike got, "Em bi biryar in, em ê edaletê bi hev re bînin."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, Nobeda Edaletê ya ku 9'ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin, di roja 296'an de dewam dike.

Malbatê bi rêya telefonê bi Fadil Şenyaşar re axivî ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê hiştin. Dayik Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirênên xwe yên tenduristiyê nekarî bê ber edliyeyê, lê li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam dike.

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar peyamek hate weşandin, işaret bi Nobedên Edaletê yên li Wan û Amedê hate kirin û hate gotin, "Dema ku me dest bi Nobeda Edaletê kir me ji bo her kesî daxwaza edaletê xwest. Piştî ku me ev nobeda edaletê li bajarên cuda jî dest pê kir. Li Amed û Wanê jî mirov ji bo zarokên xwe nobeda edaletê digirin. Em bi biryar in, em ê edaletê bi hev re bînin."