Malbata Şenyaşar: Em bêdeng neman, civak wê yên bêdeng mane efû neke!

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nêzî saleke di nobeda edaletê de ye, careke din nerazîbûn nîşanî bêdengiyê da.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê di 14'e Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike. Çalakiya nobedê di 9'ê Adara 2021'ê de dest pê kiribû.

Di roja 304'an a çalakiya nobedê de Ferît Şenyaşar ji bo dîtina birayê xwe Fadil Şenyaşar ê 3 sal e li hucreya yekkesî ya Girtîgeha Xarpêtê tê hiştin, çû Xarpêtê. Li ser hesabê Twitterê jî ev peyam hate parvekirin:

"Me ev zilm qebûl nekir. Yên ku vê zilmê dibînin û bêdeng dimînin wê ji aliyê civakê ve neyên efûkirin. Têkoşîna me ya ji bo maf, hiqûq û edaletê di roja 304'an de dewam dike..."