Malbata Şenyaşar: Edalet ji hemû kesan re hewce ye

Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 320’an de didome. Malbatê got “Edalet ji hemû kesan re hewce ye.”

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibû, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Nobet di roja 320’an de didome. Ji ber ku dawiya hefteyê bû malbat li mala xwe ya li Sirûcê nobetê didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got “Wê rojek were, edalet ji hemû kesan re hewce be. Zû an jî dereng wê edaleta ku em li bendê ne, pêk were. Edaleta derengmayî, bêedaletî ye.”