Malbata Şenyaşar: Divê ev zilm bi dawî bibe

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê AKP’yiyan malbata wan qir kiribû, 347 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Malbatê careke din xwest, ev zilm bi dawî bibe.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 347’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dayika wan Emîne Şenyaşar ne rihet bû, nekarî tevlî nobetê bibe. Kurê wê Ferît Şenyaşar îro nobet domand. 
 
Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeta xwe didomînin, pankarta li pişt xwe nîşan da û wiha got: “Em têkoşîna xwe di nav sînorên hiqûqê de didin. Li dijî vê yekê midûriyeta polîsan derbarê dayika min de 13, derbarê min de 4 bi komî 17 doz vekirine.”
 
Şenyaşar, bi lêv kir ku dema ji bo îfadeyê çûn, ji dozger û midûriyeta polîsan re qala vê bihûqûqî û bêedaletî re kirine wiha axivî: “Dozger û midûriyeta polîsan ji me re dibêjin ‘Hûn mafdar in lê em li gorî fermanên ku ji me re tên tevdigerin, ew ne karê me ye’ Ji her derê Tirkiyeyê mirov doza me dişopînin. Ev şerma Tirkiyeyê ya hiqûqê ye. Bila êdî edalet were, ev zilm bi dawî bibe.”